Fermana Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jibo darizandina hin leşkerên payebilind
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307974-fermana_wezîrê_berevaniyê_yê_iraqê_jibo_darizandina_hin_leşkerên_payebilind
Li ser fermana Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hejmareke fermandar û efserên payebilind ên hêzên çekdar ên vî welatî bi tawana gendeliyê dê werin mehkemekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2019 13:14 Asia/Tehran
  • Fermana Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jibo darizandina hin leşkerên payebilind

Li ser fermana Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê hejmareke fermandar û efserên payebilind ên hêzên çekdar ên vî welatî bi tawana gendeliyê dê werin mehkemekirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Sumiriya Newsê, Necah Şemerî, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê îro ferman da ku hejmareke fermandar û efserên payebilind ên hêzên çekdar ên vî welatî bi tawana gendeliyê radestî dadgeha leşkerî ya têkildar bên kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bi daxuyaniyeke kurt ragihand ku fermandar û efserên navbirî peyabilind in; Lê tu agahiyek derbarê hejmara deqîq a wan, pênase ş posta wan raber nekir.