Derewandina bargehên Îranê li rojavayê Iraqê
Îlon 05, 2019 04:39 Asia/Tehran
Serokê Komîteya Ewlehiya Konseya Parêzgeha Enbara Iraqê îdiaya du medyayên siyonîstî li bara hebûna bargehên leşkerî yên Îranê li rojavayê Iraqê derew da zanîn.
Serokê Komîteya Ewlehiya Konseya Parêzgeha Enbara Iraqê Neyîm El-Keûd duh derheq îdiaya malpera nûçeyan a Vala û rojnama Yêsraîl Heyûm got: Li devera sînorî ya Iraq û Sûriyê ti bargeheke leşkerî ya Îranê tine.
Van du medyayê Îsraîlê vê dawiyê bi weşandina wêneyên hewayî û satlaytî îdia kiribûn ku Îranê li devera Qayim ya ser sînorê Iraq û Sûriyê mijûlî çêkirina bargeheke leşkerî ya nû ye.