Berhem Salih: Helwesta Iraqê li bara pirsgirêkên navçê, kêmkirina gêreyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307938-berhem_salih_helwesta_iraqê_li_bara_pirsgirêkên_navçê_kêmkirina_gêreyê_ye
Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya dûrketina ji sîyaseta berebendîyê û karkirina hevpar jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li herêmê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2019 13:42 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Helwesta Iraqê li bara pirsgirêkên navçê, kêmkirina gêreyê ye

Serokomarê Iraqê pêgirî ser pêwîstîya dûrketina ji sîyaseta berebendîyê û karkirina hevpar jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li herêmê kir.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di hevdîtna digel Sêkrêtêrê Giştî yê Yekitîya Ereban li Bexdayê de bi wî re derbarê rewşa sîyasî û ewlehî ya Iraqê û navçê de gotûbêj kir û pêgirî kir ku giranîya hewildanên welatê wî piştî serketina himberî DAIŞ`ê, ser serketina tam himberî wê koma têrorîst û xurtkirina istiqrara eminî, sîyasî û civakî di çarçova alîkarîya bo pêşxistina projên avedankirinê û binesazîyên aborî û xizmetguzarîyê li seranserî welêt e.

Serokomarê Iraqê herwiha got: Helwesta Iraqê dûrketina ji sîyaseta berebendîyê û karkirina hevpar digel her alîyekî jibo pêkanîna aştî û istiqrarê li herêmê ye.

Sêkrêtêrê Giştî yê Yekitîya Ereban Ehmed Ebulgeyt jî di wê hevdîtinê de pesna rola Iraqê di warê xurtkirina ewlehî û istiqrarê li herêmê de da û pêgirî ser girîngîya xurtkirina ewlehîyê li vî welatî piştî têkbirina DAIŞ`ê û fidakarîya gelê Iraqê di warê parastina ewlehîya navçê de kir.