Civîna Meclisên Asyayê li Bexdayê destpê bû
Civîna Komîsyona Bername û Bûcê ya Meclisên Welatên Asyayî li Paytexta Iraqê şarê Bexdayê bi pişkdarîya 16 welatan û Herêma Kurdistanê destpê bû.
Civîna Komîsyona Bername û Bûcê ya Meclisên Welatên Asyayî li Paytexta Iraqê şarê Bexdayê bi pişkdarîya 16 welatan û Herêma Kurdistanê destpê bû û dê heta sibê bidome.
Civîna Komîsyona Bername û Bûcê ya Meclisên Welatên Asyayî li Hotêl Al Rashid a Bexdayê destpê bûye û bilî Serokê Parlimana Iraqê Mihemed Helbûsî, Cîgirê Yekem ê Serok Hesen Keibî, Sêkrêtêrê Meclisê Sîrvan Ebdullah, Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve Şêrko Mîrweys, Seroka Komîteya Amadekarîyê Al Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm, Sêkrêtêrê Civata Meclisên Asyayî Mihemedriza Mecîdî, Nunera Civatê Asûman Erdogan û Sêkrêtêrê Gişt Yekitîya Meclisên Ereb Faiz Şewabike jî têda pişkdar in.
Desteyeke Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê jî bi serokatîya Cîgirê Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî û endamên Komîsyona Bername û Bûcê û hejmareke Parlimanter ligorî gazîkirina fermî ya Serokê Parlimana Iraqê di merasima destpêbûna wê civînê de pişkdar bûne.