Êrişa terorîstan ser yek ji yekîneyên Heşda Şeibî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307872-Êrişa_terorîstan_ser_yek_ji_yekîneyên_heşda_Şeibî
Çavkaniyên Iraqî vê sibê li bara êrişa terorîstan ser yekîneyeke Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li navça Metîbîciyê ya Samerayê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2019 12:45 Asia/Tehran
  •  Êrişa terorîstan ser yek ji yekîneyên Heşda Şeibî

Çavkaniyên Iraqî vê sibê li bara êrişa terorîstan ser yekîneyeke Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li navça Metîbîciyê ya Samerayê li parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî agahî dan.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê êrişê yek ji endamên Heşda Şebî hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn.

 Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên  vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de mane û bi awayekî berbilav dest bi operasyonên terorîstî dikin.

  Koma terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014`an bi piştgiriya aborî û eskerî ya Emerîkayê û hevpeymanên  rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistan bi êrişa ser Iraqê, hin beşên berfireh ji navçên bakur û rojavayî ya vî welatî dagir kirin û gelek cinayet pêk anîn. Bi dû wê Iraqê ji Îranê xwest ku bona rawestana  li hember terorîstan alîkariya Bexdayê bike.

 Hêzên iraqî bi alîkariya  miteşarî ya Komara Îslamî ya Îranê, 17ê Mijdara 2017an karîn ku bajarê Raweyê li parzêgeha  Enbarê li rojava Iraqê azad bikin. Piştî azadkirina  vî bajarî karê DAIŞ`ê li Iraqê di pratîkê de dawî bû.

 Heşda Şeibî li sala 2014`an piştî ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê hin navçe û bajarên  Iraqê dagir kirin bi fetwaya Ayetulah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê hat damezrandin û li sala 2016`an parlemana vî welatî pesend kir ku ev rêxistina bikeve bin fermandetiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê.