Wezîrê Berevanîya Iraqê: Em dê pêngavên pêwîst jibo parastina welêt rakin
Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê pêgirî kir ku jibo parastina welêt himberî her êrişekê, em dê pêngavên pêwîst ên ewlehî û leşkerî hilînin.
Ligorî rapora Kanala Somerye News`ê, Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê Necah Şemerî îro di daxûyanîyekê de piştî civîna awarte ya Civata Berevanîyê ya vî welatî ku bi amadebûna Serokerkanê Artêşê, Alîkarên wî yên Opêrasyonê, Birêvebirin, Amadekarî û Perwerde, Lêgerên Giştî û Leşkerî, Fermandeyên Leşkerî û Rêvebirên çiqên curbicur hat lidarxistinê bîr xist ku êrişa ser her yek ji alîyên iraqî êrişa ser welêt xwe ye û ew wezaretxana jî dê tivdîrên pêwîst jibo parastina welêt bike.
Ligorî wê daxûyanîyê, Şemerî di civîna awarte ya Civata Berevanîya Iraqê de pêgirî ser pêwîstîya baldarbûn û hişyarbûna têkildarî her cure êrişa ser serwerî û rûmeta vî welatî kir û got:" Êrişa ser her yek ji alîyên iraqî êrişa ser welêt xwe ye û ew wezaretxana jî dê tivdîrên pêwîst jibo parastina welêt bike. "
Şemerî herwiha pêgirî ser pêwsîtîya hevgirtina dezgeh û çiqên curbicur ên hêzên çekdar ên vî welatî ji Artêş, Polîsê Fêdêral, Hêzên Sînorparêz û Têkoşîna DIjî Têrorîsmê bigire heta hêzên Heşdi Şeibîyê û Pêşmerge jibo Iraqeka yekperçe di bin alayeke yekgirtî himberî alîyên xwazyarê alozkirina istiqrar û ewlehîya vî welatî kir.