Iraq wê dijî Rêjîma Sîyonîst li Konseya Ewlehîyê dozê veke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307807-iraq_wê_dijî_rêjîma_sîyonîst_li_konseya_ewlehîyê_dozê_veke
Berdevkê hevalbendîya Al Fath li Parlimana Iraqê got: Dewleta Iraqê ji ber êrişa Rêjîma Sîyonîst ser çeperên Heşdi Şeibîyê, yê dozekê dijî wê rêjîmê li Konseya Ewlehîyê ya NY veke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2019 11:39 Asia/Tehran
  • Iraq wê dijî Rêjîma Sîyonîst li Konseya Ewlehîyê dozê veke

Berdevkê hevalbendîya Al Fath li Parlimana Iraqê got: Dewleta Iraqê ji ber êrişa Rêjîma Sîyonîst ser çeperên Heşdi Şeibîyê, yê dozekê dijî wê rêjîmê li Konseya Ewlehîyê ya NY veke.

Berdevkê hevalbendîya Al Fath li Parlimana Iraqê Ehmed Esedî herwiha got: "Ligorî lêkolînên dewleta Iraqê, gellek belge têkildarî rola Israyîlê di hin teqînên li baregehên Heşdi Şeibîyê de hene."

Wezîrê Berevanîyê yê Iraqê Necah Şemerî jî derbarê êrişa bi balafirên bêpîlot ser çeper û cebilxanên Heşdi Şeibîyê de got: "Her cure êrişa ser her alî û koma iraqî, êrişa ser hemî Iraqê ye û yê tivdîrên pêwîst jibo piştgirîya ji hemî komên leşkerî û ewlehî bên kirinê."

Şemerî herwiha pêgirî kir ku em himberî her cure pêngava dijî serwerî û rûmeta Iraqê hişyar in.

Di vê mehê de çeper û cebilxanên hêzên Heşdi Şeibîyê çend caran ketin ber êrişên bi mûşekan û balafirên bêpîlot.