Serokkomarê Iraqê li bara dewama êrişa Siyonîstan ser pêgehên Heşda Şeibîyê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307755-serokkomarê_iraqê_li_bara_dewama_êrişa_siyonîstan_ser_pêgehên_heşda_Şeibîyê_hişyarî_da
Serokkomarê Iraqê hişyarî daye Rejîma Siyonîst ku dewama êrişa ser pêgehên Heşda Şeibîyê wê dûhatên nexweş bo vê rejîmê hebin.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tebax 29, 2019 13:23 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê li bara dewama êrişa Siyonîstan ser pêgehên Heşda Şeibîyê hişyarî da

Serokkomarê Iraqê hişyarî daye Rejîma Siyonîst ku dewama êrişa ser pêgehên Heşda Şeibîyê wê dûhatên nexweş bo vê rejîmê hebin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Hesen Cîhad berdevkê serokkomariya Iraqê got: Berhem Salih serokkomarê vî welatî hişyarî daye Rejîma Siyonîstî ku eger Rejîma Siyonîstî dewama bide êrişên xwe yên ser pêgehên Heşda Şeibî rewşa heyî dê ji kontrolê derkeve û dûhatên nebaş dê bo vî rejîmî hebe.

Hesen Cîhad got: Heşda Şeibî hêzekî eskerî yê bêla li nav Iraqê ye.

Yekşemiya bihurî firokeyekî bêfirokevane Rejîma Siyonîstî li navça Qaime parêzgeha El-Enbarê êrişî ser 2 erebeyên Heşda Şeibî kir.

Pêgehên Heşda Şeibî li meha bihurî 4 caran ketine ber êrişên Rejîma Siyonîst.

Piştî serketinên Heşda Şeibî li şerê tev terorîstan li nav Iraqê, Amerîka û Rejîma Siyonîst dixebitin zext û zorê bînin ser vê saziya eskerî li nav Iraqê.