Jibo 11 terorîstên DAIŞ`î li Babila Iraqê hikmê darvekirinê hat dayînê
Dadgehekê li Iraqê hikmê îdama hejmarek ji terorîstên DAIŞ`î têkildarî dosiya teqîna ku di encamê de zêde ji 20 hêzên Polîs ên Federal hatin kuştinê yan birîndar bûn, da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê malpera Someriye Newsê, navenda raghandinê ya konseya bilind a dadweriya Iraqê îro nîvro bi daxûyaniyekê ragahnd ku çiqa yekim a dadgeha cizakirinê ya parêzgeha Babilê li navenda vî welatî hikmê xwe li bara dosiya 11 kesên tawanbarê endametiya li koma terorîstî ya DAIŞ`ê daye.
Li gor vê daxûyaniyê, tawanbarên hanê bi endametiya li nav DAIŞ`ê, xebata li qaşo wilayeta başûr a vê koma terorîstî û her wiha cihanîna êrişa ser Qezwe El-Faziliye ser pireyeke stratejîk li navça Cerf El-Nesrê li bakurê parêzgeha Babilê li sala 2014`an a zayînî li xwe mukir hatin ku li encama wê pireya hanê ku erzişa zêde ji 15 milyon dolarî hebû, tam teqî û sê kes ji hêzên polîs li nêzîkî wir canê wxe ji dest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn.
Konseya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê li daxûyaniya xwe teqez kirin ku terorîstên hanê bi sûçên din ên terorîstî li navend û demên curbicur jî li xwe mukir hatin, teqez kir ku dadgeha cizakirinê ya Babilê li civîneke mehkemekirinê ya eşkere bi beşdariya nûnerê dozgeriya giştî û parêzvanên tawanbaran, li gor hikmên xala çaran a qanûna rawestana li ber terorîzmê, hikmê darvekirina wan da.