Serokwezîrê Iraqê: Emê himberî her êrişeke zorbêjane bersiveke teqil bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307692-serokwezîrê_iraqê_emê_himberî_her_êrişeke_zorbêjane_bersiveke_teqil_bidin
Serokwezîrê Iraqê pêgirî ser amadebûna welatê xwe jibo dayîna bersiva teqil û vebirr himberî her êrişa zordarane kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2019 03:33 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Emê himberî her êrişeke zorbêjane bersiveke teqil bidin

Serokwezîrê Iraqê pêgirî ser amadebûna welatê xwe jibo dayîna bersiva teqil û vebirr himberî her êrişa zordarane kir.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva buhurî di civîna Desteya Wezîran a Iraqê de amajeyî amadebûna tam a hêzên çekdare ên vî welatî jibo parastina gel, dezgehên dewletê û nivîsgehên dîplomatîk kir û got: Iraq amade ye himberî her êrişa zorbêjane ya navxweyî û derveyî bersiveke giran bide.

Ebdulmehdî di wê civînê de pêgirî ser pêngavên pêwîst jibo parastina navend û cebilxanên Sazîya Heşdi Şeibîyê kir.

Duşemê şevê jî Serokomar, Serokwezîr û Serokparlimanê Iraqê digel Fermandeyên Sazîya Heşdi Şeibîyê civîyan.

Şayanî gotinê ye ku binke û cebilxanên hêzên Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê di vê mehê de 4 caran ketine ber êrişê.