Amerîka dibêje: destê wê di êrişên vê dawiyê li Iraqê de nîne
Tebax 27, 2019 05:45 Asia/Tehran
Wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku destê wê di êrişên vê dawiyê li Iraqê de nîne û îdia kir ku piştgiriya helwêstên vî welatî di çarçova pêşvebirina ewlehiya navxwe û demokrasiyê de dike.
Li gor rapora IRIB Newsê, Amerîka di rewşekê de îdia dike ku destê wê di nav êrişên vê dawiyê di nav Iraqê de nîne ku Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê roja yekşemê bi weşandina daxuyaniyekê Amerîka û Rejîma Siyonîstî berpirsên êrişên hewayî li bajarê Qayim ya nêzîkî sînorê Sûriyê dan zanî ku di encama wan fermandarekî Heşda Şebî şehîd bû.
Balafireke bê pîlot roja yekşemê êrişî ser du erebeyên Heşda Şebî li devera Qayim a parêzgeha Enbara Iraqê kir.
Bargehên Heşda Şebî ya Iraqê li mideha vê meha derbasbûyî jî çar caran ketin ber êrişan.