Alimên Iraqê: Armanca êrişên Siyonîstan vejiyandina DAIŞ`ê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307653-alimên_iraqê_armanca_êrişên_siyonîstan_vejiyandina_daiŞ_ê_ye
Serokê Civata Alimên Iraqê got: Êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê ser Iraqê bona vejiyandina koma terorîst a DAIŞ`ê cih hatine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 26, 2019 14:39 Asia/Tehran
  • Alimên Iraqê: Armanca êrişên Siyonîstan vejiyandina DAIŞ`ê ye

Serokê Civata Alimên Iraqê got: Êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê ser Iraqê bona vejiyandina koma terorîst a DAIŞ`ê cih hatine.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Tesnîmê, şêx Xalid El-Mela serokê civata alimên Iraqê destnîşan kir: rayedarên koma terorîstî ya DAIŞ`ê  bi emerîkiyan hevhengiya rasterast hene.

Şêx Mela got: Îsraîl li pişt êrişên vê dawiyê ser Iraqê ye heta ger bi fermî ranegihîne û ev êriş hevgavê liv û tevegrên DAIŞ`ê cih hatiye ku ev liv û tevger bi nihêrîneke eşîretî bûye.

Serokê Civata Alimên Iraqê got: Hevdengiya Emerîkayê û DAIŞ`ê dê gelê Iraqê han bide li hember Emerîkayê raweste û gelê Iraqê hertim amade ye.

Rêxistina Heşda Şebiyî, yekşemiyê şevê li daxûyaniyekê Rejîam Siyonîstî berpirsê êrişa ser hêzên wxe li parêzgeha Enbara rojava Iraqê raghand û got: Ev êrişa bi du balefirên bê pîlot ên îsraîlî û li cada Ekaşat-Qaimê li 15 km ya sînorê navbera Iraq û Sûriyê cih hatiye.