Sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqera hêzên Heşda Şebî yên Iraqê
Tebax 25, 2019 14:54 Asia/Tehran
Çavkaniyên eskerî yên Iraqê li bara sernixûnkirina balefireke sîxoriyê ser esmanê meqerên hêzên Heşda Şebî li bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê agahî dan.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, piştî nêzîkbûna balefira sîxoriyê li meqera tîpa 50`an a Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li bajarê Mûsilê hêzên vê meqerê karîn ku êrişî vê balefira bê pîlot bikin û wê sernixûn bikin.
Pêncşemiya buhurî jî hêzên Heşda Şebî yên Iraqê balefireke sîxoriyê ser esmanê meqera tîpa 12 an a vê hêzê sernixûn kirin.
Li yek meha buhurî meqer û depoyên çek û sîlehan yên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê çar caran agir girtine û teqîne.
Gel û berpirsên iraqî, Emerîka û Rejîma Siyonîstî sebebkarên serek yên van êrişana dizanin.