Serokwezîrê Iraqê: Operasyona Viyana Serketinê pir giringiya xwe heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307616-serokwezîrê_iraqê_operasyona_viyana_serketinê_pir_giringiya_xwe_heye
Serokwezîrê Iraqê got: Operasyona Viyana Serketinê ji ber pêkanîna hevdengiyê û zêdekirina hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî pir giringiya xwe heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 14:53 Asia/Tehran
  •   Serokwezîrê Iraqê: Operasyona Viyana Serketinê pir giringiya xwe heye

Serokwezîrê Iraqê got: Operasyona Viyana Serketinê ji ber pêkanîna hevdengiyê û zêdekirina hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî pir giringiya xwe heye.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê bi amadebûna li parêzgeha Enbarê li rojava vî welatî got: Operasyona Viyana Serketinê binemaya  hemî serketinên  ewlehiyê li Iraqê ye.

 Ebdulmehdî bal kişand ser vê yekê ku  cihanîna  Operasyona Viyana Serketinê du salan piştî serketina li hember DAIŞê pir giring e û hêvî kir: Ev operasyona rê nede terorîstên DAIŞê ku cardinê bên organzîekirin.

 Ebdul Emîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona  hevpar a Iraqê roja şemiyê li bara destpêbûna qonaxa çaran a Operasyona Viyana Serketinê li çol û bestên  parêzgeha  Enbarê agahî da.

  Operasyona Viyana Serketinê ji heft Tîrmeha buhurî va bi armanca  paqijkirina  navçên curbicure Iraqê ji paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê destpê bûye û heta niha sê qonaxên vê operasyonê serketî bi dawî bûne.

 Bi serketina artêşa Iraqê ser terorîstên DAIŞê li kanûna 2017`an hin endamên paşmayî yên vê koma terorîstî li hin navçeyên  vî welatî xwe veşartine.