Qaymeqamê Daqûqê: Yên di êrişa şeva borî de hatine kuştin, sivîl in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307599-qaymeqamê_daqûqê_yên_di_êrişa_şeva_borî_de_hatine_kuştin_sivîl_in
Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê ragihand, ew kesên ku di êrişa şeva borî de hatine kuştin, sivîl in, nehêzên Heşda Şeibî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 25, 2019 07:51 Asia/Tehran
  • Qaymeqamê Daqûqê: Yên di êrişa şeva borî de hatine kuştin, sivîl in

Qaymeqamê bajarokê Daqûq yê Kerkûkê ragihand, ew kesên ku di êrişa şeva borî de hatine kuştin, sivîl in, nehêzên Heşda Şeibî.

Şeva borî komek çekdarên nenas bi çekên sivik û topên hawanan êrişî gundê Zeynel Abidîn yê bajarokê Daqûqê kirin. Di wê êrişê de komek kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.

Destpêkê hat gotin ku yên hatine kuştin, hêzên Heşda Şeibî ne lê qaymeqamê Daqûqê, Loyîs Xizir ji BasNewsê re got, yên ku hatine kuştin sivîl in ne hêzên Heşda Şeibî.

Loyîs Xizir her wiha got, êriş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.û vê koma terorîst di vê êrişê de 6 kes kuştin ku gişk xelkê sivîl in û ji Heşda Şebî ti kes nehatiye kuştin.