Wezareta Karên Derve ya Iraqê Kardarê Amerîkayê ban kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307557-wezareta_karên_derve_ya_iraqê_kardarê_amerîkayê_ban_kir
Wezareta Karên Derve ya Iraqê Kardarê Amerîkayê li Bexdayê bi wê meremê ku ew rêzê li serwerî û serxwebûna Iraqê bigire, ban kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 24, 2019 03:49 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Iraqê Kardarê Amerîkayê ban kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê Kardarê Amerîkayê li Bexdayê bi wê meremê ku ew rêzê li serwerî û serxwebûna Iraqê bigire, ban kir.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm, Kardarê Amerîkayê Brian McFeeters ban kir û pêgirî kir ku Bexda jibo girtina pêşîya her destwerdana bîyanî ya di karên navxweyî yên Iraqê de yê her pêngavekê rake.

  Mihemed Elî Hekîm herwiha ji Amerîkayê xwest ku pêbendê xalên rêketinama şirîkatîya istiratêjîk a digel Iraqê be.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê herwiha got: Bexda bijareyên dîplomatîk û qanûnî dixe rêza yekem a pêngavên xwe da ta ku hîç destwerdaneke ji derve di karên navxweyî yên Iraqê de pêk neyê.

Binkeyên leşkerî yên hêzên Heşdi Şeibîyê di vê mehê de 4 caran ketine ber êrişê û hatine teqandinê.

Alîkarê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis di daxûyanîyekê de ragihand ku destê Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst li pişt wan bûyerana ye û heke ew êrişana werin domandinê, dê bersiv bê dayînê.