Amerîka mukur hat ku Rêjîma Siyonîst êrîşî ser Iraqê kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307546-amerîka_mukur_hat_ku_rêjîma_siyonîst_êrîşî_ser_iraqê_kiriye
Tevî bêdengiya Rêjîma Siyonîst rayedarên amerîkî mukur hatin ku firokeyên şêrr ên vê rêjîmê di rojên dawî da çend caran êrîşî ser Iraqê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2019 13:11 Asia/Tehran
  • Amerîka mukur hat ku Rêjîma Siyonîst êrîşî ser Iraqê kiriye

Tevî bêdengiya Rêjîma Siyonîst rayedarên amerîkî mukur hatin ku firokeyên şêrr ên vê rêjîmê di rojên dawî da çend caran êrîşî ser Iraqê kirine.

Du rayedarên pileberz ên amerîkî roja Pêncşemiyê ji New York Timesê ra gotin ku Israîlê di rojên dawî da çend caran êrîşî ser depoyên çekan ên Iraqê kiriye.

Vê rojnameyê her wiha ji zarê rayedarekî pileberz ê amerîkî li rojavaya Asyayê ragihand ku Israîlê wek mînak roja 19ê Tîrmehê êrîşî ser baregeheka leşkrî li bakurê Iraqê kir.

New York Timesê bi hilêxistina vêya ku êrîşên Israîlê ser Iraqê bo cara yekem di çar dehikên dawî da pêk tên, nivîsî: Ev êrîş dikarin Iraqê nearam bikin û zêdetir ji ber tevlî kêşeyên navbera waşîngton û Îranê bikin.

New York Timesê ragihand ku artêşa Israîlê derbar van êrîşan bêdeng e û bersiva pirsa vê rojnameyê nedaye.

Medyayên Iraqê Sêşemiyê bi şev ragihandin ku depoya muhîmata Heşda Şeibî li baregeha esmanî ya Beledê li parêzgeha Selahedînê teqiyaye.

Mehend Uqabî Rêvebirê ragihandinê yê Heşda şeibiyê hişyar da ku êrîşa ser navendên vê rêxistinê pîlaneke amerîkî bi amûrên israîlî ye ku dê pêşerojeke pirr bi talûke hebe,.