Hişyariya gurdanên Hizbullaha Iraqê bo Emerîkayê
Gurdanên Hizbullaha Iraqê, li daxûyaniyekê li bara dewama êrişa ser meqerên Rêxistina seferberiya gelanî ya vî welatî (Heşda Şebî) hişyarî da.
Meqerên eskerî yên ser bi Heşda Şebî ya Iraqê, sêşemiya buhurî bi şev bo cara çaran li yek meha buhurî ketin ber êrişê û agir girtin. Qereqolên Amêrlî, Ebû ءuntezir El-Muhemedawî, El-Seqer û El-Beled çar meqerên eskerî yên Heşda Şebî ne ku agir girtine.
Lê pirs eva ye ku gelo Emerîka û Îsraîl bi êrişa ser meqerên Heşda Şebî li dû çi ne? Bersiva ewilî eva ye ku Heşda Şebî aktorekî nû lê bibandor li pêkhateya siyasî û ewlehiyê ya Iraqê ye ku li işkesta terorîstên DAIŞ`ê roleke berbiçav hebûye. Ger çi Emerîka bi pêkanîna hevalbendiya navneteweyî li dijî DAIŞ`ê îdiaya rawestana li ber terorîzma DAIŞ`ê li Iraqê dikir lê li gor şiroveyan, Emerîka li dû jinaûna DAIŞ`ê li Iraqê nebû belkî DAIŞa lawazbûyî ser qezanca berjewendyên xwe didît. Heşda Şebî ku bi fetwaya Merceyeta bilindqedir a şîeyên Iraqê pêk hat li kêlek artêşê, ev nihêrîna bê encam hişt.
Heşda Şebî ku bi fetwaya Merceyeta bilindqedr a şîeyên Iraqê pêk hat li kêleka artêşa Iraqê, ev nihêrîna Emerîkayê bê encam hişt. Heşda Şebî li hilbijartinên parlemanê yên par li Iraqê jî piştî lîsteya Sairûnê ya ser bi Muqteda Sedr piraniya kursiyan bi dest xist ku nîşan bide aktorekî siyasî yê b nav deng li nijyara Iraqê ye. Ji ber ku ji hêla howiyet û pênaseyê va jî Heşda Şeibî di rêza aktorên bereya berxwedanê de ye ku dijberê mudaxila Emerîkayê li rojava Asiyayê ye û Rejîma Siyonîstî wek dijmin dizane, dijberiya howiyetî di navbera vê rêxistinê û Emerîkayê û Îsraîlê tam diyar e. Loma Emerîka û Îsraîl bona girtina pêşiya xurtbûna cih û şûna Heşda Şeibî li nijyara qaweta Iraqê û xurtkirina bereya berxwedanê li asta navça rojava Asiyayê, meqerên vê rêxistinê didin ber êrişan. Hegera din a êrişa ser meqerên eskerî yên Heşda Şebî ji aliyê Emerîka û Îsraîlê eva ye ku hewl didin wisa nîşan bidin ku di navbera Heşda Şebî û suneyên Iraqê qelişteka mezin heye ji ber ku hin meqerên Heşda Şebî li navçên sunenişîn ên Iraqê de ne. Hegera sisyan jî eva ye ku Emerîka û Îsraîl ji riya êrişa ser meqerên Heşda Şebî dixwezin bandorê li qeyrana Sûriyê bikin. artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê pêgava dawiyê ya rawestana li ber terorîstan bi destpêkirina operasyona Idlibê hilanîne û êrişa ser meqerên Heşda Şebî jî hevgavê vê operasyonê cih hatiye. Hegera çaran a kiryara Emerîka û Îsaîlê ya êrişa ser meqerên Heşda Şebî, mudaxila li peywendiyên di navbera Iraqê û Komara Îslamî ya Îranê ye.
Têkiliyên di navbera Îran û Iraqê bi hevaltî û ber bi pêşveçûnê ne lê Emerîka û Îsraîl lê dixebitin van peywendiyan bi tenê bi nêzîkbûna bi Heşda Şebî re sînordar bikin.
Emerîka û Îsraîl bi êrişa ser meqerên Heşda Şebî dixwezin vê peyamê bidin ku Eger nikarin êrişî Îranê û her wiha Hizbullaha Lubnanê bikin lê dikarin êrişî hevpeymanên teze damezriyayî yên bereya berxwedanê bikin ku nehêlin cih û şûna wan li nav welêt û li asta navçeyî xurt bibin.
Lê Emerîka û Îsraîl divê hişyariya gurdanên Hizbullaha Iraqê cidî bigrin.