Hişyariya tund a Hizbullaha Iraqê bo Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307534-hişyariya_tund_a_hizbullaha_iraqê_bo_amerîkayê
Gordanên Hizbullaha Iraqê Pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî teqîna vê dwiyê li baregeha leşkerî ya Beledê ya Iraqê ragihand ku hemî baregehên hêzên amerîkî li navçeyê li ber destê mûşekên vê komê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 23, 2019 05:18 Asia/Tehran
  • Hişyariya tund a Hizbullaha Iraqê bo Amerîkayê

Gordanên Hizbullaha Iraqê Pêncşemiyê bi şev wek berteka li hemberî teqîna vê dwiyê li baregeha leşkerî ya Beledê ya Iraqê ragihand ku hemî baregehên hêzên amerîkî li navçeyê li ber destê mûşekên vê komê ne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Gordanên Hizbullaha Iraqê bi daxuyaniyekê Amerîka wek berpirsê bûyerêîn Iraq da zanîn û ragihand: Em bo cara dawiyê dijminê amerîkî hişyar dikin ku her cûre êrîşa nû li ser baregehên Berxwedanê, dê tûşî bersiveke tund were.

Medyayên iraqî Sêşemiyê bi şev qala qewimîna teqîn û agirpêketinê li depoya cebilxaneya Heşda Şeibî li baregeha Beledê ya Selahedînê kirin.

Ev duyem teqîna mezin li depoyên muhîmata Heşda Şeibî di vê hefteyê da ye.

Hin medyayên iraqî çavkaniya van bûyeran ji derve dane zanîn.

Li pey teqîna li çend barergeh û depoya muhîmata Heşda şeibî di heyama meha bihurî da, Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê Heşda şeibî ragihand ku destê Amerîkayê di van bûyeran da heye û eger firrîna firokeyeke nenas li ser navendên Heşda Şeibî were dîtin, emê hemberî wê bikevin tevgerê.

Heşda Şeibî sala 2014an piştî ku DAIŞê hin navçeyên Iraqê dagir kirin, li ser Fitwaya Ayetulla Sîstanî, merceyê bilind ê şîeyên Iraqê hat damezirandin û sala 2016an bi pesendkirina parlimana vî welatî kete bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê.