Heşdi Şeibîyê derbarê kiryarên xirabkirinê li Iraqê de Amerîka hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307501-heşdi_Şeibîyê_derbarê_kiryarên_xirabkirinê_li_iraqê_de_amerîka_hişyar_kir
Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê di daxûyanîyekê de dewleta Amerîkayê berpirsê bûyerên vê dawîyê li baregehên leşkerî yên Iraqê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2019 05:39 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibîyê derbarê kiryarên xirabkirinê li Iraqê de Amerîka hişyar kir

Sazîya Heşdi Şeibîyê ya Iraqê di daxûyanîyekê de dewleta Amerîkayê berpirsê bûyerên vê dawîyê li baregehên leşkerî yên Iraqê zanî.

Mêdyayên iraqî Sêşemê şevê ragihandin ku teqînek li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li baregeha hewayî ya Beledê li Parêzgeha Selahedînê qewimî.

Ligorî rapora Televîzyona Somerye ya Iraqê, Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis bi gotina vê yekê ku Waşîngtonê 4 baalfirên bêpîlot ên israyîlî jibo êrişa ser binkeyên leşkerî yên Iraqê derbasî vî welatî kirine, dîyar kir: Amerîkayê di perwerdekirina komên têrorîst li Iraqê de rola xwe hebûn, nika jî bi dû binpêkirina serwerîya Iraqê êrişa ser Heşdi Şeibîyê ye.

Wî pêgirî kir ku ji îro pê va her balafira ku bêyî agahîya dewleta Iraqê li fêza binkeyên Heşdi Şeibîyê bifirre, yê balafira dijmin were zanînê û dîyar kir: Amerîka di halekî da ku parazîtan dijî balafirên iraqî bikar tîne, rê dide êrişa balafirên cengê yên xwe û Rêjîma Sîyonîst.

Cîgirê Serokê Sazîya Heşdi Şeibîyê Ebûmehdî Muhendis herwiha bi gotina vê yekê ku kiryarên vê dawîyê yên Amerîkayê piştî işkesta DAIŞ`ê û misogerbûna Sazîya Heşdi Şeibîyê ji hêla hiqûqî va pêk tê, pêgirî kir: Sazîya Heşdi Şeibîyê dê şêwazên pêkan jibo sekinîna himberî kiryarên xirabker ên Amerîkayê bi kar bîne.