Dewama teqînên biguman li cebilxanên Heşdi Şeibîyê
Tebax 21, 2019 03:14 Asia/Tehran
Şeva buhurî teqînek li cebilxana Hêzên heşdi Şeibîyê li baregeha hewayî ya Beledê li Parêzgeha Selahedînê qewimî.
Hegera wê teqînê hê nehatîye kivşkirinê lê, hin mêdyayên iraqî basa êrişa bi balafirên bêpîlot û hinek jî êrişa bi mûşekê ser wê baregehê dikin lê ev nûçeyana hela ji hêla rayedarên fermî va nehatine piştrastkirinê.
Eva duyemîn teqîn li cebilxanên Heşdi Şeibîyê di vê hefteyê de ye.
Roja Pêncşem 12`ê Tebaxê jî teqîneke biguman li cebilxana Hêzên Heşdi Şeibîyê li derdora başûra Bexdayê qewimî.
Wezîrê Berevanîya Iraqê Necah Şemerî jî şeva buhurî bi dû teqîn û agirberbûna li baregeha hewayî ya Beledê giheşte wir.
Necah Şemerî di dema seredana baregeha hewayî ya Beledê de pêgirî kir ku bûyera li vê baregehê hewcedarê lêkolînên kûr e.