Al Noceba: Sênaryoya Amerîkayê ya êrişa ser Heşdi Şeibîyê pêrgî işkestê bûye
Tevgera Al Noceba ya Iraqê sênaryoya Amerîkayê ya êrişa ser Sazîya Heşdi Şeibîyê işkestxwarî zanî û pêgirî kir: Dagirkerên amerîkî li Iraqê di rojên bê de yê pêrgî işkestên zêdetir bibin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Al Malûmê, Endamê Civata Sîyasî ya Tevgera Al Noceba ya Iraqê Feras Yasir di vî warî de got: Amerîkayê bi her wesîleyekê Heşdi Şeibî kirîye armanc lê, Heşdi Şeibîyê karîye bi hevkarîya hêzên ewlehîyê plana Amerîkayê ji sala 2014`an ve bi hemî hêz û lezê ji nav bibe.
Wî herwiha pêgirî kir: Amerîkayê dil heye li deverên başûra Iraqê êrişî Hêzên Berxwedanê bike lê, pêrgî işkestê bûye.
Sêkrêtêrê Gişt Tevgera Esaib Ehl ul Heqê Qêys Xezelî jî derbarê dewama teqînên li cebilxanên Sazîya heşdi Şeibîyê de hişyarî da.
Duşema hefteya buhurî mêdyayên Iraqê ragihandin ku li baregeha leşkerî ya Al Seqerê ya Heşdi Şeibîyê li başûra Bexdayê teqnek qewimî ku di encamê de kesek hat kuştinê û 29 kes jî birîndar bûn.
Di 19`ê Tîrmehê de jî baregehên Al Şoheda li Amirlîyê û Ebû Muntezir Muhemedawî li parêzgeha Dîyalê ketin ber êrişê û sebebkar nehatin naskirinê.
Hin çavdêr dibêjin ku êrişa ser Heşdi Şeibîyê istiratêjîyeke amerîkî ye ku bi hevkarîya Sîyonîstan û kirêgirtîyên wan li nav Iraqê wek tohildana himberî destkevt û serketinên Heşdi Şeibîyê di warê têkbirina DAIŞ`ê de pêk tê.