Serokomarê Iraqê bi Balyozên Îran û Amerîkayê re civîya
Serokomarê Iraqê û Balyozê Amerîkayê li Bexdayê di hevdîtinekê de pêgirî ser pêwîstîya kêmkirina gêreyê li navçê û kutakirina qeyranê bi rêya gotûbêja avaker û xurtkirina hevkarîya di warê ewlehîyê de kirin.
Dezgeha Serokomarîya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand: Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Meteo Toller di vê hevdîtinê de alûgurên herîdawîyê yên sîyasî yên navçê û cîhanê hilkolandin û pêgirî ser pêwîstîya kêmkirina gêreyê li navçê û kutakirina qeyranê bi rêya gotûbêja avaker û xurtkirina hevkarîya di warê ewlehîyê de bi merema alîkarîya bo qayîmkirina ewlehî û aştîya navnetewî kirin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih berî hevdîtina digel Toller, bi Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescêdî re jî hevdîtin pêk anî û her du alîyan peywendîyên di navbera Bexda û Têhranê de û rêyên berfirekirina hevkarîyên curbicur di çarçova berjewendîyên her du welatên cînar û herwiha dawîn alûgurên sîyasî yên herêmê hilkolandin.
Berhem Salih û Îrec Mescêdî herwiha pêgirî ser pêwîstîya kêmkirina gêreyê û xurtkirina ewlehî û aştîyê kirin.
Serokomarê Iraqê û Balyozê Komara Islamî ya Îranê di vê hevdîtinê de peywendîyên di navbera Iraq û Îranê de û rêyên berfirekirina panormaya hevkarîya di warên curbicur di çarçova berjwendîyên hevpar ên her du welatên cînar hilkolandin.