Ji ber Teqîna li Bexdayê kesek can da û 29 kes birîndar bûn
Wezareta tendirustiya Iraqê duh êvarê ragihand ku Ji ber Teqîna depoya çeka û cebilxaneya Heşda Şebî li dever El-Dewre ya başûrê Bexdayê kesek can da û 29 kesên din jî birîndar bûn.
Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê, ji Rûdawê re ragihand ku di depoya çek û cebilxane li Serbazgeha Saqir a Heşda Şebî ya ku dikeve başûrê paytexta wî welatî teqîneke bihêz rû daye.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristaniyê ya Iraqê wergirtine, di wê depoya çek û cebilxane ya li devera El-Dewre de, destpêkê şewat derketiye û piştre teqemeniyên di wê depoyê de li pey hev teqiyane.
Ji aliyê din ve hatiye ragihandin ku balefirke nenas ev depoya bombebaran kiriye. Lê rayedarên iraqî ser vê yekê ti tişt negotine.
Hat ragihandin ku di encama vê teqînê de kesekî can daye û 29 kes jî birîndar bûne.
Herwiha Rêxistina li dijî terorê ya Iraqê ragihand: Di encama operasiyona hêzên iraqî ya bi piştgiriya hêza hewayî, li dijî DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê 8 terorîstên vê komê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.