Êrişa DAIŞ`ê ser navendeke polîsê Iraqê li Celewlayê
Piştî êrişa endamên DAIŞ`ê ser navendeke polîs li navça Celewlayê li parêzgeha Diyala Iraqê sê polîs birîndar bûn.
Li gorî raora Kurd Press`ê, malpera nûçan a Roj News`ê, ji zarê çavkaniyeke polîsê Celewlayê ser bi Xaneqînê li parêzêgeha Diyala Iraqê ku nexwest navê wî eşkere bibe raghand ku şeva buhurî navenda polîsê gîhandina alîkariyê li Celolayê ketiye ber êrişên DAIŞê û li enacmê du hêzên polîs jî birîndar bûne.
Li gorî vê nûçê, ev êriş li navça Tecnîdê qewimiye û nîşangirên DAIŞê hêzên polîs dane ber êrişan û derdora navçê jî hatiye mûşekbarankirin.
Ji aliyê din ve, malpera nûçan a Awêneyê jî raghand ku berpirsê Teşkîlata YNK, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li Celewlayê raghandiye ku navenda polîs li taxa Tecnîdê li Celewlayê ketiey ber êrişên mûşekî û nîşangirên DAIŞê û li encamê, sê hêzên polîs birîndar bûne û hatine guhestin bo nexweşxana Celewlayê.