Paqijkirina 1700 Kîlometrên çarkonc ji axa Iraqê ji hebûna terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i307138-paqijkirina_1700_kîlometrên_çarkonc_ji_axa_iraqê_ji_hebûna_terorîstan
Li dawiya operasiyona Viyana Seketinê ya hêzên çekdar ên Iraqê 1700 Kîlometrên çarkonc ji axa vî welatî ji hebûna terorîstan paqij bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 11, 2019 06:11 Asia/Tehran
  • Paqijkirina 1700 Kîlometrên çarkonc ji axa Iraqê ji hebûna terorîstan

Li dawiya operasiyona Viyana Seketinê ya hêzên çekdar ên Iraqê 1700 Kîlometrên çarkonc ji axa vî welatî ji hebûna terorîstan paqij bû.

Li gor Fars Newsê, Wezareta Bergiriya Iraqê bidawîhatina qonaxa sêyem ji operasyona Viyana Serketinê (Îradeya Nesir) ragihand ku ji Dûşeme derbasbûyî ve li parêzgehên Diyala û Neynewe destpê kirbû 25 gund ji hebûna terorîstan hatin paqijkirin û gelek çek û cebilxane û amûrên şêr ên terorîstên DAIŞê hatin dîtin û îmhabûn.

Li gor vê raporê di encama qonaxa sêyem a vê operasiyonê de 18 terorîstên DAIŞê hatin girtin û 4 kes jî birîndar bûn.

Qonaxa yekem a operasiyona Îradeya Serkeftinê bi beşdariya Heşda Şeibî û beşekî artêşa Iraqê ji 7 Tîrmehê li sê parêzgehên Enbar, Selahedîn û Neynewe û qonaxa duyem a vê operasiyonê jî ji 15 Tîrmehê li deverên bakura Bexda û parêzgehên Diyala, Selahedîn û  Enbarê cih hat.

Derbarê operasyonê de Fermndarê Heşda Şeibî Ehmed Sadûn dibêje: “Li gor pîvanên leşkerî em dikarin bibêjin, vê operasyonê serkeftinek mezin bi dest xist, ew jî bi sedema amadekariya istixbarata leşkerî baş bû. Di encama operasyonê de, me çend veşargehên dijimnan kifş kirin ku tê de amadekarî bo pêkanîna kiryarên têkdanê li qezaya Miqdadiye û êrîşkirina ser xelkê bê tawan û sivîl li Miqdadiye û herwiha hemû gelê me li parêzgeha Diyale dikirin.”