Iraqê derbasgeha sînorî ya Mendeliyê ya digel Îranê girêda
Derbasgeha sînorî ya Somar- Mendeliyê di navbera Îranê û Iraqê de bi fermana rasterast a Serokwezîrê Iraqê hat girêdanê.
Li gorî rapora KurdPressê, malpera Hawwelatiyê ragihand ku derbasgeha sînorî ya Somar- Mendeliyê di navbera Îranê û Parêzgeha Diyaleya Iraqê (di 90 Kîlomitriya rojhilata Beqûbeyê) de bi fermana Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê hatiye girêdanê û hemî kedkarên vê derbasgeha sînorî bo derbasgehên din ên vî welatî dê werin veguhestin.
Her wiha hatiye ragihandin ku hegera girêdana vê derbasgeha sînorî, qewimîna hin bêqanûniyan li vê derbasgehê, her wiha hebûna hin kêşeyan li wir bûye.
Ji aliyê din va Kanala Rûdawê ragihand ku bi dehan kes ji karker û kamiyondar û rûniştiyên navçeyê îro li nêzikî derbasgeha sînorî ya Somar- Mendeliyê ya di navbera Iraq û Îranê de bi lidarxistina xwenîşandaneke aram biryara Bexdayê ya girêdana vê derbasgehê şermezar kirin û daxwaza vekirina vê derbasgehê kirin.