Jordaketina balafireke bêpîlot a sîxorîya Amerîkayê li Iraqê hat piştrastkirinê
Tebax 10, 2019 12:40 Asia/Tehran
Rayedarekî berpirs ê iraqî jordaketina balafireke bêpîlot a sîxorîya Amerîkayê li bakura rojavaya Bexdaya Paytexta Iraqê piştrast kir.
Hin mêdyayên iraqî duh ragihandin ku balafireke bêpîlot a sîxorîya Amerîkayê li bakura rojavaya Bexdaya Paytexta wî welatî jorda ket.
Rayedarekî berpirs ê iraqî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê, dîyar kir: Balafira bêpîlot a Amerîkayê sêşema buhurî ji ber pirsgirêka têknîkê li herêma Rizwanîye li bakura rojavaya Bexdayê jorda ketîye.
Hevalbendîya navnetewî ya Amerîkayê li Iraqê piştî 2 rojên bêdengfîya di vî warî de, neçar ma ku derheq jordaketina wê balafira bêpîlot mukur were.