Xistina balafira bêpîlot a Amerîkayê li derdora Bexdayê
Tebax 09, 2019 10:00 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî diyar kirin ku balafireke bêpîlot a Amerîkayê ku karê tesbîtkirin û sîxoriyê dikir li bakura rojava Bexdayê kete erdê.
Ajansa nûçeyan a Burasaya Iraqê ji zarê jêderên ku navê Jêderên Taybetî lê kirine ragihand: Balafira bêpîlot a Amerîkayê ku karê tesbîtkirin û sîxoriyê dikir li bakura rojava Bexdayê kete zeviyeke cotkariyê.
Van jêderan diyar kirine ku jomara balafira hanê 52187 e û ew ketiye nav zeviyeke cotkariyê li devera Rizwaniye ya bakura rojava Bexdayê.
Wan herwiha diyar kirin ku şasî bedena balafirê saxlem e û ziyan negihêştiyê.