Îmhakirina pênc veşargehên DAIŞê li rojhilatê Iraqê
Fermandarê polîsê parêzgeha Diyalê li rojhilatê Iraqê duh got ku hêzên iraqê pênc veşargehên koma terorîstî ya DAIŞê li vê parêzgehê ji nav birin.
Li gor nûçeya Tesnîm, Fermandarê polîsê parêzgeha Diyalê Feysel Kazim El-Ebadî ragihand ku di encama qonaxa sêyem a operasiyona hevpar a Artêş, polîs û Heşda Şebî ya Iraqê ya bi navê "Îradeya Serketinê" de li derdora bajarê Xeniqeynê û devera Culûlayê li parêzgeha Diyalê pênc veşargehên koma terorîstî ya DAIŞê hatin dîtin û îmha bûn.
Qonaxa sêyem a operasiyona hevpar a Artêş, polîs û Heşda Şebî ya Iraqê ya bi navê "Îradeya Serketinê" ji bo tunekirina terorê û terorîstan ji sibeya duşemê li parêzgehên Diyale û Nûnewaya Iraqê despê bûye.
Ev operasiyon bi fermandariya serokwezîr û fermandeyê giştî yê hêzên Iraqê Adil Ebdulmehdî û di bin çavdêriya wezîrên karên hundir û berevaniyê û alîkarê Heşda Şebî Ebûmehdî El-Muhendis de despê bûye.