Qonaxa sêyem a operasiyona Vîna Serketinê li rojhilata Iraqê dest pê bû
Qonaxa sêyem a Operasiyona Vîna Serketinê jibo şopandina têrorîstan bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê li parêzgeha Diyaleyê dest pê bûye.
Ofîsa Fermandetiya Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê roja Duşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku di vê operasiyona berfireh da Artêş, Polîs û Heşda Şeibî beşdar in da ku têrorîstan li parêzgeha Diyaleyê li rojhilata Iraqê bişopînin û vê parêzgehê ji hebûna wan paqij bikin.
Operasiyona Vîna Serketinê bi çavdêriya Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê Adil Ebdulmehdî, Wezîrên Karên Hundir û Berevaniyê û Alîkarê Serokê Heşda Şeibî Ebu Mehdî Mihendis tê pêkanînê.
Ofîsa Heşda Şeibîyê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku Hêzên Heşda Şeibî û hêzên Artêşê bi piştevaniya Hêza Esmanî ya Iraqê îro anku Duşemiyê qonaxa sêyem a Operasiyona Vîna Serketinê jibo paqijkirina gundên bakurê Celewla û Miqdadiyê û lêgerîn û paqijkirina navçeyên başûrê Mûsilê û çiyayên Etşane û Badûşê bi mebesta bidawîhanîna gefa DAIŞ`ê û serkutkirina bermahiyên vê koma têrorîst dest pê kirine.
Roja 7`ê Tîrmehê qonaxa yekem a Operasiyona Vîna Serketinê bi armanca paqijkirina 30 hezar kîlomitrên çarkunc ji çolên sê parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nêynewayê cih hat.
Fermandetiya Operasiyopna Hevpar a Artêşa Iraqê 15`ê Tîrmehê jî qala destpêbûna qonaxa duyem a Operasiyona Vîna Serketinê bi beşdariya Heşda Şeibî li navçeyên bakura Bexdayê û parêzgehên Diyale, Selahedîn û Enbarê kir.