Hişyariya Iraqê li bara êrîşên têrorîstî yên jinên DAIŞî li welatên cûrbicûr
Rêveberê beşa têkoşîna dijî Têrorîsmê li Wezareta karên hundir a Iraqê li bara ketina jinên DAIŞî nav welatên erebî û ne erebî jibo cihanîna êrîşên têrorîstî hişyarî da.
Ebû Elî Besrî, Rêveberê beşa têkoşîna dijî Têrorîsmê li Wezareta karên hundir a Iraqê roja Yekşemiyê got: DAIŞ wek koma têrorîstî ya herî xeternak a cîhanê bi zêdekirina bikaranîna jinan, dil heye êrîşên xwekujiyê yên mîna êrîşên vê dawiyê li Tûnis û Sûriyê li çend welatên erebî û ne erebî cih bîne.
Besrî her wiha got: DAIŞê komeke endamên xwe ku pirraniya wan jin in beriya ku Omer Beşîr hilweşe, veguheste Sûdanê da ku bi hêsanî ji wir biçin welatên cûrbicûr.
Rêveberê beşa têkoşîna dijî Têrorîsmê li Wezareta karên hundir a Iraqêtevî amajeya bi çalakiyên aşkira yên DAIŞê li hin welatên Ewropî û afrîqî û rojhilata Asyayê got: Vê koma têrorîst dil heye endamên xwe bişîne welatên din ji wan hin parêzgehên Amerîkayê.