Rayedarên almanî: Bila alîkarîyên Berlînê bo jinên Êzidî werin zêdekirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306923-rayedarên_almanî_bila_alîkarîyên_berlînê_bo_jinên_Êzidî_werin_zêdekirinê
Sê siyasetmedarên Almanî daxwaza zêdetirîn alîkariyên vî welatî bo jinên Kurd ên Êzidî û wergirtina hejmareke zêde ya wan wekî penaber li Almanê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2019 12:30 Asia/Tehran
  • Rayedarên almanî: Bila alîkarîyên Berlînê bo jinên Êzidî werin zêdekirinê

Sê siyasetmedarên Almanî daxwaza zêdetirîn alîkariyên vî welatî bo jinên Kurd ên Êzidî û wergirtina hejmareke zêde ya wan wekî penaber li Almanê kirin.

Li Almanyayê Hevseroka Partiya Keskan Annalena Baerbock, Serokê Fraksîyona Yekitiya Demokrat a Xrîstiyan (CDU) yê berê Volker Kauder û Cîgirê Serokê Parlamentoyê yê ji Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Thomas Oppermann, di gotarekê ku li Rojnama Welt a wî welatî hat belavkirin, ji bo alîkariya Kurdên Êzidî pêşniyaza pêkanîna projeyeke hevbeş kirin.

Di wê gotara bi navê, ‘Êzidiyên Di Bin Zilmê De Hêjayî Alîkariyê Ne’ ku di 5.salvegera êrişa DAIŞ`ê ya li ser Şingalê, hat belavkirin de hatiye gotin ku Kurdên Êzidî, ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî êrişên jenosîdê hatine û ji ber vê yekê bi hezaran kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran jî hêj di bin bandora encamên xirab ên wan êrişan de ne. Tê gotin pêwîst e Almanya xwedî li Êzidiyan taybetî jî li jin û zarokan, derkeve.

Herwiha wan siyasetmedarên Almanî, daxwaz kirin ku çekdarên DAIŞ`ê di serî de ji ber tawanên li dijî Kurdên Êzidî,  ji ber wan tawanên li dijî mirovahiyê bi tawana jenosîdê bên cezakirin.