3`yê Tebaxê, salroja komkujîya Kurdên Êzîdî
Roja 3`yê Tebaxê weke roja ''Cenosayda Kurdên Êzidî'' hat ragihandin.
Îro 3`yê Tebaxa 2019`an, pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞ`ê ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistinê ve ye.
Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ê di civîna xwe ya îro Şemiyê de, bi dengê 87 parlamenteran, roja 3`yê Tebaxê weke roja “Cenoyaskirina Kurdên Êzidî” nas kir.
Roja 3`yê Tebaxa 2014`an, rêxistina têrorîst a DAIŞ`ê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.
Berî êrişa DAŞ`ê ser Şingalê nifûsa Êzîdîyan li vê deverê 550 hezar kes bû. Di êrişên hovane yên li ser Şingalê de zêdetirî 400 hezar Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe aware bûn ku beşeke wan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî berê xwe dane derve. Tevî ku DAIŞ, li Iraqê hat jinavbirîn jî Kurdên Êzidî heta niha jî nekarîne vegerin ser mal û milkê xwe.
Ji sedî 65`ê Kurdên Êzidî yên ku li derveyî Şingalê ne hê jî nekarîne vegerin bajarê xwe. Beşek mezin ji wan li kampên li Duhokê dijîn.
Hejmarek sazîyên mafên mirovan ên Herêma Kurdistana Iraqê jî di salvegera komkujîya Kurdên Êzîdî da, xwestin ku Iraq bibe endamê Dîwana Navnetewî ya Cezayê, jibo ku jînosayda ser Kurdên Êzîdî li vî welatî nemaze ya dijî Êzîdîyan bişopîne.