Operasiyona hevpar a "YBŞ"' û hêzên iraqî li Şengalê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306908-operasiyona_hevpar_a_ybŞ_'_û_hêzên_iraqî_li_Şengalê
Operasiyona hevpar a hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iarqê û Heşda Şeibî li Şengalê jibo paqijkirina DAIŞê didome û derbasî gellek gundên vê navçeyê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 03, 2019 03:56 Asia/Tehran
  • Operasiyona hevpar a

Operasiyona hevpar a hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û artêşa Iarqê û Heşda Şeibî li Şengalê jibo paqijkirina DAIŞê didome û derbasî gellek gundên vê navçeyê bûye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, malpera Roj Newsê roja Îniyê, 2ê Tebaxê (Agûst) ragihand, operasiyona hevpar ku roja Îniya bihurî û li pey êrîşên vê dawiyê yên DAÛŞê li şengalê li dijî Êzdiyan dest pê bûn û di encamê da hêzên irqî û Êzdî hatin kuştin, ji aliyê hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hêzên Iraqî jibo kokbirkirina DAIŞê dest pê bû, didome û roja Îniyê di saet 4ê sibeyê li gorî dema herêmî qonaxa wê ya duyem bi giraniyeke zêdetir hatiye domandin û derbasî gellek gundan bûye.

Li gorî vê nûçeyê di vê operasiyonê da hêzên iraqî, Heşda Şeibî, Polîsê federal û hêzên Kurd ên êzdî yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) beşdar in û di qonaxa nû da ji billî gundên parêzgeha Nêynewayê nemaze gundê Golatê yê Şengalê, gundên Şêx Mendan, Solax, Pirdî Avran û hejmareke gundên din jî digire ber xwe.