Balyozê Îranê li Bexdayê peyameke pîrozbahîyê ji Mîrê Êzdiyan re şand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306815-balyozê_Îranê_li_bexdayê_peyameke_pîrozbahîyê_ji_mîrê_Êzdiyan_re_şand
Balyozê Komara Îslêamî ya Îranê li Bexdayê bijartina Hazim Tehsîn Beg wek cîgirê bav û Mîrê Êzdiyan li Iraq û cîhanê pîroz kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2019 11:37 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Bexdayê peyameke pîrozbahîyê ji Mîrê Êzdiyan re şand

Balyozê Komara Îslêamî ya Îranê li Bexdayê bijartina Hazim Tehsîn Beg wek cîgirê bav û Mîrê Êzdiyan li Iraq û cîhanê pîroz kir.

Li gorî rapora kanala cîhanî ya SAHAR`ê, Balyozê Komara Îslêamî ya Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî, di peyamekê da bijartina Hazim Tehsînbeg wek cîgirê bav û Mîrê nû yê Êzdiyan li wî û hemî Êzdiyên Iraq û cîhanê pîroz kir. Naveroka peyama Balyozê Komara Îslamî ya Îranê wiha ye:

Ez silav û pîrozbayiyên herîgerim bi minasibeta bijartina cenabê te wek Mîrê Êzdiyan li Iraq û cîhanê pêşkêşî te dikim û hêviya serketinê ji te re dikim û hêvîdar im em xurtbûna peywendiyên dostane û birayane di navbera hemî gelên navçê û cîhanê de û her wiha jinavbirina gefên terorîstî ji hemî civakên mirovahiyê bi taybet Êzdiyan bibînin.

Ji Xwedê Teala bo te daxwaza serketin û tendrustiyê û ji bo hemî Êzdiyên cîhanê bi taybet li welatê dost û bira yanê Iraqê daxwaza pêşketin û geşatiyê dikim.

Roja şemiyê 27`ê Tîrmehê, Hazim Mîr Tehsînbeg, kurê rêberê Êzdiyên cîhanê di merasimekê li ziyaretgeha Laleşê de wek cîgirê bavê xwe û Rêberê Êzdiyên cîhanê hat bijartin.