Dewama pêşdeçûna hêzên iraqî li qonaxa dudiyan a operasyona viyana serketinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306796-dewama_pêşdeçûna_hêzên_iraqî_li_qonaxa_dudiyan_a_operasyona_viyana_serketinê
Fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê li bara dewama pêşdeçûna hêzên artêşê û besîca gelanî li qonaxa dudiyan a operasyona hevpar a viyana serketinê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2019 14:21 Asia/Tehran
  • Dewama pêşdeçûna hêzên iraqî li qonaxa dudiyan a operasyona viyana serketinê

Fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê li bara dewama pêşdeçûna hêzên artêşê û besîca gelanî li qonaxa dudiyan a operasyona hevpar a viyana serketinê agahî da.

 Li gorî rapora rojasêşemiyê ya mêhr News`ê, fermandetiya Heşda Şebî ya Iraqê( Heşda Şebî) raghand ku li cihanîna  vê operasyonê heta niha 30 navçe tam ji lepên DAIŞ`ê hatine paqijkirin û gelek çek û sîlehên wan jî hatine keşf û zewtkirin.

 Li gorî vê raporê, hêzên iraqî li vê operasyonê xêncî girtin û kuştina hejmarek ji terorîstan karîn ku yek ji serkirdeyên  DAIŞ`ê nasiyar bi Sedam Huseyn Salih Hemdûnî bigrin û serkirdeyekî din ê DAIŞ`ê jî nasiyar bi Walî El-Cezîre bikujin.

 Ferandetiya operasyona hevpar a artêşa Iraqê, li 15 Tîrmehê destpêbûna qonaxa dudiyan a operasyona viyana serketinê bi beşdariya hêzên Heşda Şebî li navçên bakurê Bexdayê û parêzghên  Diyalê, Selahedîn û Enbarê raghand.