Êrîşa têrorîstên DAIŞê ser bîrên petrolê li Iraqê
Tîrmeh 29, 2019 06:55 Asia/Tehran
Hin çeteyên DAIŞê êrîşî ser meydanên petrolê li parêzgeha Selahedîna Iraqê kirin.
Li gorî rapora Anatoliyê, Seid Mihemed fermandarê operasiyona Selahedînê li artêşa Iraqê got: Hin endamên koma têrorîst a DAIŞê roja Yekşemiyê êrîşî ser bîrên petrolê yên Ecîl û Elasê li parêzgeha Selahedînê kirin. Lê hêzên polîs karîn van êrîşan bidin rawestandin û rê li ber gihîştina çeteyên DAIŞê bo navendên petrolê bigirin.