Pêgiriya Îran û Iraqê li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û endamên Koma Dostiya Parlimanî ya Îran û Iraqê di hevdîtinekê da li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî pêgirî kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, Îrec Mescidî, Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê roja Yekşemiyê di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi pêwendiyên xurt û bihêz navbera du welatên cînar got: "Komara Îslamî ya Îranê hertim ji pêşketin, geşatî û ewlehiya Iraqê piştgiriyê dike".
Mescidî qala amadetiya Îranê jibo radestkirina tecrube û lêzanînên xwe di warê zanist, pêşe û cotkarîyê bo Iraqê kir û got: "Amerîkayê bi dagirkirina Iraqê binavahiyên vî welatî xopan kirin û ziyaneke ciddî bi taybet li berhemanîna xurmeyê li Iraqê xist, lê Îran jibo hevkariya di warê cotkariyê da tev Iraqê amade ye".
Endamên Koma Dostiya Parlimanî ya Îran û Iraqê jî di hevdîtian bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê ra li Bexdayê li ser hewildan û rola parlimanên du welatan jibo berfirehkirina pêwendiyên dualî pêgirî kirin.