Bêencamkirina planeke mezin a terorîstî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306717-bêencamkirina_planeke_mezin_a_terorîstî_li_iraqê
Serokê Şaneya Alsequr a îstixbarata û rawestana li ber terorîzmê li Wezareta karên hundir a Iraqê li bara bêencamkirina operasyona herî mezin a terorîstî li sala 2019`an li vî welatî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2019 12:04 Asia/Tehran
  • Bêencamkirina planeke mezin a terorîstî li Iraqê

Serokê Şaneya Alsequr a îstixbarata û rawestana li ber terorîzmê li Wezareta karên hundir a Iraqê li bara bêencamkirina operasyona herî mezin a terorîstî li sala 2019`an li vî welatî agahî da.

Serokê Şaneya Alsequr a îstixbarata Iraqê Ebu Elî Besrî li Wezareta karên hundir a Iraqê li gotûbêja bi rojnama  El-Sebahê re armanca terorîstan ji vê planê bêencam, hewldaneka kirêt bo îsbatkirina  hebûna xwe da zanîn û got: Hêzên iraqî karîn ku bi êrişên hewayî û bejahiyê meqerên  terorîstan ji nav bibin.

 Li gor gotina wî, operasyona pêşdestane ya vê dawiyê, bû sedema girtina nêzîkî 160 terorîstan li Neynewayê û zêde ji 40 terorîstan li Bexdayê.

 Her wiha çar terorîst li Besrê hatin girtin ku qirar bû bi kemberên teqînê û trimbêlên bombekirî li Bexdayê, Hewlêrê, Besrayê û parêzgehên azadbûyî operasyona terorîstî cih bînin.