Peydabûna gorekî komkî ya hêsîrên kuwêyîtî li El-Musenaya Iraqê
Parêzgarê El-Musenayê li başûra Iraqê ji kifşbûna gorekî komkî ya hêsîrên Kuwêyî ku bi destê rejîma Sedam hatibûne kuştin xeber da.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Ji zarê Rûsiya El-Yewm`ê, Ehmed Menfî Cewde
Parêzgarê El-Musenayê li başûra Iraqê bal kişande ser kifşbûna gorekî bi kom yê hêsîrên Kuwêyî ku bi destê rejîma Sedam hatibûne kuştin û ragihand ku Hezîrana bihurî jî Xaca Sor hinek ji meytên Kowêyîtiyan kifş kiribûn.
Destdirêjiya Sedam dîktatorê sernixûnbûyî yê Iraqê ser za Iraqê li sala 1990 destpê bû û 28 Sibata sala 1991 bi işkesta Sedam ev şera kuta bû.
Çend roj berî niha jî goreka din ya bi kom ya komkujî û jenosîda gelê kurd li devera Semawe li parêzgeha Musena ya Iraqê hat dîtin ku hate ragihandin di nav vê gorrê da 70 meytên qurbaniyan hebûne ku rejîma Beise Iraqê li salên 1988 hetanî 1989 ewna kuştibûne.