Hejmara kuştî û birîndarên êrişên Daqûqê gihîşt 14 kesan
Tîrmeh 25, 2019 07:34 Asia/Tehran
Hejmara kuştiyên êrişên du yên li bajarokê Daqûq yê Kerkûk zêde bû.
Duh bi şev terorîstên DAIŞê gundê Zendî Mela Yûsif yê Daqûqê dabûn ber topên hawanan. Di encama wê êrişê de 4 endamên malbatekê birîndar bibûn.
Li heman wextî û li heman deverê jî, hêzên Iraqî êrişî otomobîlekê ku digotin ya terorîstan e kiribûn, di encama wê êrişê de 7 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn, hemû endamên malbatekê bûn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, di dema veguhestina birîndaran bo nexweşxaneya Daqûqê, di navbera polîsên bajêr û polîsên federal yên Iraqê de şer derketibû, di wî şerî de efserek bi navê Mihemed Qasim hatibû kuştin.
Li aliyekî din, 2 birîndar jî li nexweşxanê can dabûn. Bi vî rengî 10 kes di êrişên duhî de hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.