Serokwezîrê Iraqê fermana girtina 11 wezîrên vî welatî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306584-serokwezîrê_iraqê_fermana_girtina_11_wezîrên_vî_welatî_da
Serokwezîrê Iraqê diyar kir: "Fermana girtina 11 wezîrên iraqî bi tawana gendeliyê hatiye dayîn ku ger tawanên wan bê îsbatkirin, dê navê wan bê raghandin".
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2019 12:55 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Iraqê fermana girtina 11 wezîrên vî welatî da

Serokwezîrê Iraqê diyar kir: "Fermana girtina 11 wezîrên iraqî bi tawana gendeliyê hatiye dayîn ku ger tawanên wan bê îsbatkirin, dê navê wan bê raghandin".

 Li gorî rapora Al-Alamê ji zarê malpera nûçan a El-Meselê, Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê bal kişand ser fermana girtina 11 wezîr û rayedarên pilebilind ên iraqî got: "Niha hezar û 367 dosiya gendeliyê hene ku hat şandin bo dadgehên  rawestana li hember gendeliyê".

 Ebdulrehîm Şêmrî, endamê Komîsyona Durustkariyê li parlemana Iraqê jî Duşemiyê şevê diyar kir: "Konseya bilind a dadweriyê wek merceyê dadweriya vî welatî ji parlmanê xwestiye ku parêzbendiya 5 kes ji nûneran îbtal bike da ku li warê dosiyên gendeliyê bikeve ber lêkolînê".

 Li gorî gotina wî îbtalkirina parêzbendiyê ji  nûneran hewcedarê dengê erênî yê sê duyê endamên  parlemanê ye û ger parleman di betlneyê de be serokê parlemanê dikare parêzbendiya nûneran îbtal bike.

 Mehdî El-Kerbelayî, nûnerê Ayetullah Seyd Elî Sîstanî ji merceyên teqlîdê yên Şîeyên Iraqê jî Merceyet wek alahilgirê rawestana li ber gendeliyê û alîgirê kiryara komîsyona  dursutkariya  vî welatî da zanîn û ser kutabûna qeliştên  qanûnî yên heyî li encama gendeliyê li welêt teqez kir.