Di Operasiyona "Vîna Serketinê" ya Artêşa Iraqê da 30 gund hatin paqijkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306574-di_operasiyona_vîna_serketinê_ya_artêşa_iraqê_da_30_gund_hatin_paqijkirin
Hêzên artêş û Heşda Şeibî ya Iraqê di çaremîn roja qonaxa duyem a Operasiyona "Vîna Serketinê" da sî gund li bakurê Bexdayê paqij kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2019 05:43 Asia/Tehran
  • Di Operasiyona

Hêzên artêş û Heşda Şeibî ya Iraqê di çaremîn roja qonaxa duyem a Operasiyona "Vîna Serketinê" da sî gund li bakurê Bexdayê paqij kirin.

Li gorî rapora navenda Îlam El Herbî ya Iraqê, Qonaxa duyem a Operasiyona "Vîna Serketinê" li ser fermana Adil Ebdulmehdî, Serokwezîr û Fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê bi armanca xurtkirina ewlehîyê li navçeyên bakurî yên Bexdayê û navçeyên derdora wê li parêzgehên Diyale, Selahedîn û Enbarê dest pê bûye.

Qonaxa yekem a Operasiyona "Vîna Serketinê" jî Tîrmeha bihurî bi armanca paqijkirina 30 hezar kîlomitre ji best û çolistanên sê parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nênewayê pêk hat.

Li gorî gotina berpirsên Iraqê, Operasiyona "Vîna Serketinê" operasiyona herî mezin ji dema rizgarkirina Iraqê ji bin dagirkeriya DAIŞê di Kanûna 2017an da ye.