Paşdevekişyana nişkêvayî ya hevalbendiya emerîkî ji meqera El-Retbeya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i306522-paşdevekişyana_nişkêvayî_ya_hevalbendiya_emerîkî_ji_meqera_el_retbeya_iraqê
Rayedarekî iraqî raghand ku hêzên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi awayekî nişkêvayî ji meqera El-Retbeyê li rojava Iraqê paşde vekişyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2019 13:28 Asia/Tehran
  •  Paşdevekişyana nişkêvayî ya hevalbendiya emerîkî ji meqera El-Retbeya Iraqê

Rayedarekî iraqî raghand ku hêzên hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê bi awayekî nişkêvayî ji meqera El-Retbeyê li rojava Iraqê paşde vekişyan.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Selîm El-Kerbolî, endamê konseya bajêra Enbarê Yekşemiyê şevê got: "Serokê komîta ewlehiyê ya konseya xwecihî ya bajarê El-Retbeyê li rapora xwe li bara derketina  hêzên hevalbendiyê û henga taktîkî ya bicihbûyî li vê meqerê agahî daye.

 El-Kerbolî got ku haje hegera paşdevekişyana eskerên emerîkî ji meqera El-Retbeyê tine û ji fermandê giştî yê hêzên çekdar û berpirsên dosiya ewlehiyê ya operasyona hevpar a Iraqê xwest ku bona girtina pêşiya her cure qelişta ewlehiyê, hêzên bicihbûyî li vê meqerê xurt bikin.

 Emerîka û çend welatên  hevpeymanê wê ji Tebaxa 2014`an va bi mehna rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê, derveyî çarçoveya  NY û bêyî hewahengiya bi dewletên Sûriyê û Iraqê, hevalbendiyeke qaşo navneteweyî pêk anîne.