Hêzên iraqî plana DAIŞ`ê ya vegera bo vî welatî pûç kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303990-hêzên_iraqî_plana_daiŞ_ê_ya_vegera_bo_vî_welatî_pûç_kirin
Rayedarekî Ewlehîyê yê Iraqê ragihand: Hêzên Istixbarata vî welatî plana têrorîstên DAIŞ`ê jibo teyarkirina dubare ya xwe li wî welatî pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 04, 2019 14:35 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî plana DAIŞ`ê ya vegera bo vî welatî pûç kirin

Rayedarekî Ewlehîyê yê Iraqê ragihand: Hêzên Istixbarata vî welatî plana têrorîstên DAIŞ`ê jibo teyarkirina dubare ya xwe li wî welatî pûç kirin.

Rêvebirê Lêzanîn û Ewlehîya Navxweyîya Iraqê Ebûelî Besrî di hevpeyvîna digel Rojnama Sebahê da got: Yekinîeyên Istixbaratê piştî şopandina bi mehan a liv û tevgerên têrorîstên DAIŞ`ê, di encama opêrasyonekê de ew têrorîstên ku jibo alozkirina rewşa Iraqê ji rêyên curbicur xwe gîhandibûn parêzgeha Nêynewayê, girtin an kuştin.

Besrî herwiha got: Hêzên Ewlehîyê herwiha karîne ku Kemnî Wehîd yek ji fermandeyên DAIŞ`ê û berpirsê kuştina bi dehan kesî li şarên Mûsil û Tileferê bikujin. Yek ji kesên digel wî da jî xwe teqand.