Ebdulmehdî: Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asta herî baş de ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303961-ebdulmehdî_peywendiyên_hewlêr_û_bexdayê_di_asta_herî_baş_de_ne
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asteke baş de ne. Ebdulmehdî herwiha got ku divê Kurdên Êzidî bêne parastin û ji bo parastina mafên pêkhateyan pêwîstî bi konferanseke berfireh heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2019 15:56 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî: Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asta herî baş de ne

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asteke baş de ne. Ebdulmehdî herwiha got ku divê Kurdên Êzidî bêne parastin û ji bo parastina mafên pêkhateyan pêwîstî bi konferanseke berfireh heye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Parîsê di civîne ligel Serokomarê Fransyê Emmanuel Macron de da xuyakirin ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê di asteke herî baş de ne.

Ebdulmehdî ragihadn ku Fransayê hertim piştevaniya Iraqê kiriye.

Di civînê de Ebdulmehdî ji Macron daxwaz kir, ku welatî wî bi awayekî bihê beşdariyê di proseya jinûveavakirina Iraqê de bike.

Ebdulmehdî wiha got: “Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di asta herî baş de ne. Rewşeke asayî ramanên ji hev cuda hebin, lê tişta girîng ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog û gotûbêj berdewam bin. Em dikarin pirsgirêkên wekî Şengal, Neynewa, petrol û deriyên gumrikê çareser bikin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî amaje bi wê yekê kir ku Iraq ji bo welatî wî dewleteke girîng e, û got ku ew hêvî dikin ku Iraq li herêmê bibe minak û ew dê ji bo jinûveavakirina Mûsil û bajarên din ên Iraqê bibe alîkar.