Hêzên Heşda Şeibîyê waliyê DAIŞ`ê li Til Eferê kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303956-hêzên_heşda_Şeibîyê_waliyê_daiŞ_ê_li_til_eferê_kuştin
Navenda Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) ragihand ku van hêzan waliyê DAIŞ`ê li navçeyeka bakurê rojavaya Iraqê kuştine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2019 14:24 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşda Şeibîyê waliyê DAIŞ`ê li Til Eferê kuştin

Navenda Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) ragihand ku van hêzan waliyê DAIŞ`ê li navçeyeka bakurê rojavaya Iraqê kuştine.

Li gorî rapora KurdPressê û ji zarê Sûmiriyê, Beşa Ragihandinê ya Hêzên Heşda Şeibîyê di  kurtedaxûyaniyekê de ragihand ku wan hêzana Wehîd Emîne waliyê koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya Til Eferê li bakurê parêzgeha Nêynewayê li bakurê rojavaya Iraqê kuştine.

Li gorî naveroka vê daxûyaniyê, Emîne û hevriyê wî li bakurê naçeya Eyaziyê li bakurê şaristana Til Eferê ketin ber kemîna tîmeke taybet ji fermandetiya Operasiyona Nêynewayî ya ser bi Hêzên Heşda Şeibî û hatin kuştin.