Daxwaza Emar Hekîm jibo cebirandina ziyana madî û manewî ya Êzdiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303953-daxwaza_emar_hekîm_jibo_cebirandina_ziyana_madî_û_manewî_ya_Êzdiyan
Serokê Hevpeymaniya Islah ya Iraqê amar û texmîna nû ya têkildarî Kurdên Êzdî tirsnak da zanîn û daxwaza cebirandina ziyanên li wan ketî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 03, 2019 13:45 Asia/Tehran
  • Daxwaza Emar Hekîm jibo cebirandina ziyana madî û manewî ya Êzdiyan

Serokê Hevpeymaniya Islah ya Iraqê amar û texmîna nû ya têkildarî Kurdên Êzdî tirsnak da zanîn û daxwaza cebirandina ziyanên li wan ketî kir.

Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê Sumiriye Newsê, Seyid Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Islah ya Iraqê wek berteka li hemberî amarên herî nû yên weşandî ji aliyê Ofîsa Rizgariya Êzdiyên revandî têkildarî cinayetên Koma têrorîst a DAIŞê li dijî vê kêmîneya rûniştiyên parêzgeha sînorî ya Nêynewayê li abkurê rjavaya Iraqê, berêvara Pêncşemiyê daxûyaniyek da.

Serokê Hevpeymaniya Islah ya Iraqê di daxûyaniya xwe di vî warî da aniye: Hejmar û amarên bitirs û berbiçav ku ofîsa kesên revandî yên Êzdî derbarê goriyên vê kêmîneya sitemdîtî di encama têrorîma reş a DAIŞê ragihand, vê pêwîstiyê pêk tîne ku Civata Navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên ku çalakiyên mirovdostiyê dikin û berevanê Mafên Mirovan in, karê şermezarkirina têrorîsmê û pêkanîna dadmendîyê jibo hemî ziyandîtiyan bigirin ustiyê xwe.

Di daxûyaniya Serokê Hevpeymaniya Islah ya Iraqê her wiha hatiye: Amarên navbirî vê pêwîstiyê pêk tîne ku  hêzên qanûndarêj, cihêner, rêxistinên mêdyayî û rêxistinên civakî li Iraqê jî berpirisyariya nîşandana vê zulma mezin û cebirandina ziyanên madî ûmanewî yên lêketî li vê kêmîneyê bigirin ser milên xwe.