Kardarê Emerîkayê banî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hat kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i303817-kardarê_emerîkayê_banî_wezareta_karên_derve_ya_iraqê_hat_kirin
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bona protestokirina kiryara Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê ya li dijî Îranê, banî Kardarê Emerîkayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2019 11:50 Asia/Tehran
  •  Kardarê Emerîkayê banî Wezareta Karên Derve ya Iraqê hat kirin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bona protestokirina kiryara Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê ya li dijî Îranê, banî Kardarê Emerîkayê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyaniyekê de raghand: Piştî  nivîsarên ku Balyozxna Emerîkayê li Bexdayê li rûpela xwe ya Facebookê weşandin û erf û edetên dîplomatîk binpê kirin, Kardarê Balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê Joy Hûd hatiye bankirin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Nizar Xeyrullah, rayedarê emerîkî ji nerazîbûna xwe haydar kirîye.

 Wezareta Karên Derve ya Iraqê, hegera  vexwendin û vê protestokirina kardarê Emerîkayê neparastina  çarçoveyên têkildarî cihnaîna  erkdariyên  dîplomatîk û her wiha dijberiya li hember siyaseta derve ya Iraqê kir û ser pêwîstiya wêdebirina posta îhaneta li Îranê û dubarenekirina weşandina  van nivîsaran teqez kir.

 Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê  pêncşemiya buhurî li rûpela xwe ya fermî ya vê balyozxanê li Facebookê, tawanên pûç li dijî Komara Îslamî ya Îranê xistibûn rojevê.